08:16 23 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    'Dibe ku Iraq li Sûriyeyê dest bi operasyonê bike'

    © AFP 2018 /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê ji bo milîtanên DAIŞê ji Sûriyeyê venegerin Iraqê dê li nav axa Sûriyeyê operasyonê birêve bibe.

    Hîşam El Haşimî ku wekî kesekî nêzikî hikûmeta Bexdayê tê nasîn û di warê polîtîkayên li hemberî DAIŞê de şêwirmendiyê dike, anî ziman ku hêzên taybet ên artêşa Iraqê ji bo milîtanên DAIŞê venegerin Iraqê dibe ku li ser axa Sûriyeyê operasyonê birêve bibe.

    Haşimî diyar kir ku ji bo operasyoneke bi vî rengî dê leşker bi riya hewayî werin şandin û nayê fikirîn ku leşkeran bi riya bejahî bişîne.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di meha Berfanbarê ya sala borî de ragihandibû ku DAIŞ qediyaye lê yekşema borî jî gotibû hebûna milîtanên DAIŞê li Sûriyeyê metirsiyeke rasteqîn e. Herwisa Ebadî gotibû, emdi warê terorê de difikirin ku ji têkoşîna li Iraqê derbasî têkoşîna li herêmê bibin û helbet armanca me ne binpêkirina sînoran an jî êrîşkirina welatên cîranan e.

    Bi heman mijarî:

    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
    Serokomar: Kurdistan nikare dev ji Iraqê berde
    Li bajarê Diyalayê di navbera Artêşa Iraqê û DAIŞê de şer derket
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    Dema propagandaya hilbijartinan a li Iraqê û Kurdistanê diyar bû
    Iraqê sizaya îdamê li 6 jinên tirk birî
    Etîketan:
    DAIŞ, Haşim el Haşimî, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de