17:41 22 Nîsan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Serokomar: Kurdistan nikare dev ji Iraqê berde

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di axaftina xwe de ragihand ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalogeke ku nehatiye eşkerekirin heye û têkilî normalîze dibin.

    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Al-Hayat ku navenda wê li Londrayê ye de got: "Di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalogeke ku nehatiye eşkerekirin heye û têkiliyên herdu aliyan ber bi normalîzebûnê ve diçin."

    Fûad Mesûm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herdu alî jî serdana hev dikin. Pêwestiya Hewlêr û Bexdayê bi hev heye. Ne Iraq dikare dev ji Kurdistanê berde û ne jî Kurdistan dikare dev ji Iraqê berde. Berjewendiyên hevpar herdu aliyan bi hev ve girêdide."

    Mesûm di dirêjiya axaftina xwe de ji bo tehdîdên Tirkiyeyê yên Şingalê got: "Piştî ku PKK Şingalê vekişiya êdî Tirkiye nikare têkeve axa Iraqê. Ji bo ku li Şingalê jî metirsiya dubarekirina Efrînê heye."

    Bi heman mijarî:

    'Bila parlaman baweriyê ji Fûad Mesûm bistîne'
    Fûad Mesûm: Biryara referandûmê ya Kurdistanê ne di cih de bû
    Ti encam ji civîna Mesûm, Ebadî û Cibûrî derneket
    Mesûm, Ebadî û Cibûrî ji bo bûdçeya 2018an civînekê li dar dixin
    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm çû Hewlêrê
    Etîketan:
    Serokomarê Iraqê, Fûad Mesûm, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de