17:32 20 Nîsan 2018
    Iraq - Mûsil

    Piştî rizgarkirina bajêr nêzî 5 hezar kes kêmendam man

    © REUTERS / Zohra Bensemra
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di şer û pevçûnên navenda bajarê Mûsilê de zêdetirî 4 û hezar û 800 hemwelatî kêmendam man.

    Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê raportek parve kir û ragihand ku li gor danayên tendirustî yên neteweyî, ji ber şer û pevçûnên bajarê Mûsilê zêdetirî 4 hezar û 800 hemwelatiyên iraqî kêmendam man. Mîsyonê ragihand ku ji bo hemwelatiyên kêmendan rehet û jiyanake xweş bikin divê alîkariya tendirustî were kirin.

    Di berdewamiya raportê de hat gotin ku hikûmeta navendî di peydekirina protez, tedawiya fizîkî û rehebîlîtadsyonê de qels dimîne û li seranserê Iraqê tenê li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê navendeke aktîf a fîzyoterapî û rehabîlîtasyonê heye.

    Berpirsê Iraqê yê Rêxistina Tendirustiya Cihanê Altaf Musanî di raportê de got: "Pêwistiya bi 10 hezaran sivîlên ku di şerê Mûsilê de birîndar bûne bi rehabîlîteya taybet heye. Avakirina navendê wê bikaribe xizmeta sivîlên ku organên xwe winda kirine bike."

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê 20 DAIŞî hatin desteserkirin
    Rêya Duhok û Mûsilê piştî 4 salan vebû
    Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin
    DAIŞê li Mûsilê êrişek pêk anî: 7 leşkeran can da
    Li Mûsilê cinaze di goristana cihûyan ya ku DAIŞê wêran kiribû de tên definkirin
    Etîketan:
    Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Altaf Musanî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de