10:33 23 Nîsan 2018
    DAIŞ

    Iraqê sizaya îdamê li 6 jinên tirk birî

    © REUTERS / Stringer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Cezayê ya Iraqê bi hinceta di nav rêxistina terorîst a DAIŞê de karkirine cezayê darvekirinê da 6 jinên tirk.

    Bi tomeya endametiya DAIŞê û karkirin di nava rêza wê rêxistinê de, Dadgeha Bilind a Iraqê cezayê bidarvekirina 6 jinên tirk derkir.

    Derkirina vê biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind a Iraqê ve di demekê de ye, çendîn welatiyên yirk bi endametiya DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê ve hatibûn girtin.

    Berî niha jî Dadgeha Bilind a Iraqê sizaya bidarvekirinê ji hejmarek welatiyên din yên ji Tirkiyeyê, Almanî û Fransî derkiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
    'DAIŞ dîsa xwe organîze dike'
    ‘DAIŞ dîsa dest bi kiryarên terorîstî dike'
    DAIŞ vîdeoya 4 leşkerên amerîkî yên ku li Nîjeryayê hatibûn kuştin parvekir
    Etîketan:
    tirk, jin, DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de