01:14 24 Gulan 2018
    Ala Kurdistanê û Iraqê

    Dema propagandaya hilbijartinan a li Iraqê û Kurdistanê diyar bû

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dema destpêkirina propagandayên hilbijartinê li Iraqê û Herêma Kurdistanê diyar kir.

    Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ê Iraqê, Rizgar Hacî Heme îro bi daxuyaniyekê ragihand ku proseya propganadayên hilbijartinên giştî yên Iraqê dê di roja 14ê Nîsanê de li seranserê Iraqê, ji bilî Herêma Kurdistanê dest pê bike.

    Cîgirê Serokê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan ê Iraqê herwiha diyar kir ku li parêzgehên Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê, propagandayên hilbijartinê dê ji roja 15ê Nîsanê ve dets pê bike.

    Bi gotina Rizgar Hacî Heme, ji ber ku 14ê Nîsanê salvegera komkujiya Enfalê ye, roja destpêkirina propagandeyên hilbijartinê li Herêma Kurdistanê rojek hatiye bipaşxistin.

    Bi heman mijarî:

    YNK li ser mijarên dabeşkirina erkan û hilbijartinên Iraqê dicive
    Parlamenterê kurd: Ji bo bicihanîna Destûra Bingehîn a Iraqê Amerîka dixebite
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Îran mudaxeleya hilbijartinên Iraqê dike
    Hevpeymaniya navdewletî li xwe mikur hat: Li Sûriye û Iraqê 855 sivîl hatine kuştin
    Etîketan:
    hilbijartin, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de