09:47 20 Nîsan 2018
    Muqteda Sedr

    Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr Îran tehdît kir û ragihand ku eger mudaxeleya hilbijartina Iraqê were kirin dê hemû saziyên fermî dagir bike.

    Rojnameya El Cerîde ku navenda wê li Kuweytê ye di nûçeyeke xwe de ragihand ku Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr Îran tehdît kir û ragihand ku eger mudaxeleya hilbijartina Iraqê were kirin dê hemû saziyên fermî dagir bike.

    Li gor rojnameyê Muqteda Sedr di axaftina xwe de gotiye: "Eger di hilbijartina Iraqê de Heyder Ebadî qezenç bike û yên ku Îran piştgiriya wan dike hewla guhertina serokwezîr bikin ez ê hemû sazî 3u dezgehên fermî yên Iraqê dagir bikim."

    Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de dibêje: "Amerîka jî piştgiriya Heyder Ebadî dike û li hemberî vê Îran jî li dijî Ebadî piştgiriya Nûrî Malikî û grûbên Heşda Şeibî dike. Li gor rojnameyê Ebadî wê di hilbijartinê de bi ser bikeve û Îran jî ji bo Malikî bibe serokwezîr dê mudaxeleya hilbijartina bike.

    Bi heman mijarî:

    Tevgera El Sedr a Iraqî hêza xwe ya çekdarî hildiweşîne
    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
    Sedr bangî hemû komên Yekîneyên Selamê kir ku ji Kerkûkê derkevin
    Tevgera Sedr: Pisrgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê siyasî ye
    Muqteda Sedr Malîkî bi firoşkarê xaka Iraqê tuhmetbar dike
    Sedr: Hikûmeta Malikî kir ku kurd daxwaza serxwebûnê bikin
    Etîketan:
    Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, Îran, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de