19:30 20 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    Artêş û îstîxbaratê operasyonek li dar xist: Yek jê fermandar 10 kuştî

    © AFP 2018 / MOADH AL-DULAIMI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Iraqê bi saziya îstîxbaratê re li herêma çola Enbarê operasyoneke leşkerî li dar xist û di encamê de 10 milîtan hatin kuştin.

    Hêzên ewlehî yên Iraqê bi yekîneyên îstîxbaratê re li sehraya Enbarê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke leşkerî li dar xistin. Di operasyona leşkerî de fermandarekî bi navê Ebû Taha Tunisî jî di nav de 10 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Îstîxbarata Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo agahiyeke lezgîn ku milîtanên DAIŞê li sehraya Enbarê xwe vedişêrin me operasyoneke leşkerî li dar xist.

    Li gor daxuyaniyê li sehraya Enbarê tuneleke ku ji aliyê milîtanên DAIŞê ve hatibû kolan jî hat dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Ebadi: DAIŞ di aliyê leşkerî de xelas bû lê hin hucreyên wan hê mane
    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina bajarê Samarrayê dike'
    'DAIŞ dîsa xwe organîze dike'
    ‘DAIŞ dîsa dest bi kiryarên terorîstî dike'
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Iraqê, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de