01:06 26 Nîsan 2018
    Heşdî Şeibî

    Heşda Şeibî şivanek kuşt û 5 kes desteser kirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku çekdarên Heşda Şeibî li gundekî bi ser bajaroka Cebarî ya girêdayî navçeya Kifriyê ve şivanek kuşt û 5 erebên sunne jî desteser kirin.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê çekdarên Heşda Şeibî li gel artêşa Iraq û hêzên polîs ên federal çûne bi ser gundên bi navê Til Neqarî, Salîgo û Gillabatê de girtin, ku ji van gundan Til Neqarî bi tevahî erebên sunn ne, û li wir şivanek kuşt û 5 kes jî desteser kirin û ji wan du kes xwendekar in û temenê wan di navbera 15-20 salî de ye.

    Di nûçeyekê de hat diyarkirin ku Berdevkê Heşda Şeibî yê li Xurmatûyê Elî Haşim ev bûyer pişrast kiriye û gotiye, "Lê ne karekî bê sebeb e. Ew kesan bi ser rêxistina DAIŞê ve bûn. Sibehê lêkolîna wan temam dibe."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Xurmatûyê di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de şerekî giran derket: 3 kuştî û 7 birîndar
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de