17:40 20 Nîsan 2018
    Heşda Şeibî

    Li Xurmatûyê di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de şerekî giran derket: 3 kuştî û 7 birîndar

    © REUTERS / Stringer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Xurmatû û Kifriyê di navbera Heşda Şeibî, hêzên iraqî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şerekî dijwar derket.

    Li gor zanyariyên berdest, Heşda Şeibî û hêzên iraqî îro çoltera Xerê û Qurçayî ya li herêma Kifrî û Xurmatûyê dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Li gor çavkaniyên herêmî şerekî dijwar derketiye û balafirên şer ê Iraqê jî herêma şer bombebaran kirine.

    Li gor çapemeniya Iraqê milîtanekî xwekuj ê DAIŞî xwe di nava artêşa Iraqê de teqandiye. Berpirsê berê yê Qeymeqamiya Xurmatiyê Mihemed Fayîq ragihand ku bombeyek di lîwaya 52emîn a Heşda Şeibî ya tirkmenî de teqiya û di encama teqînê 3 milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Erdogan: Iraq li Şingalê bi ser nekeve, em ê tiştê pêwîst bikin
    Îxracata petrola Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Adarê de kêm bû
    Iraq: Em operasyonên Tirkiyeyê li dijî bakurê Iraqê red dikin
    El Cedîd: Iraq di nava gendeliyê de noq bûye
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de