22:04 19 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Di navbera Amerîka û Îranê de em nabin alîgir

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftineke xwe de anî ziman ku Iraq di nakokiyên navbera Amerîka û Îranê de nabe alîgirê ti aliyekî û ew dê ji wan nakokiyan dûr bisekinin.

    Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di lijneya enerjiyê ya ligel rayedarên şîrketa OPECê de axivî û di wê axaftina xwe de behsa aktîfkirina bîrên petrolê yên li Kerkûk û navçeyên din yên herêmên nakokî kir.

    Ebadî ligel vê yekê derbirî ku divê asta berhemanîna gaza sirûştî û petrole ya li bîrên Kerkûk û herêmên bi nako were zêdekirin.

    Herwis hat ragihandin ku Ebadî di civînê bal kişandiye ser nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de jî û gotiye, "Iraq di warê nakokiyên navbera Amerîka û Îranê de nabe alîgirê ti aliyekî û welatê me xwe ji wan nakokiyan dûr digire. Ya ku divê Iraq bike, ev e û hevsengiya peywendiyên xwe yên li gel Washington û Tehranê biparêze. Ji ber ku ev siyaseta dikare xizmeta berjewendiyên Bexdayê bike."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da
    Parlamenterê Iraqê: Ebadî soza xwe ya tekoşîna gendeliyê bi cih nayîne
    Heyder Ebadî û Bob Dedlon ji bo Kerkûkê civiyan
    Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin
    Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
    Etîketan:
    alîgir, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de