05:36 22 Nîsan 2018
    Artêş

    Li gundê Elfara di navbera leşker û milîtanan de şer: 6 kuştî

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê di navbera leşkerên Iraqê û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket. Di encama şer de 6 milîtan hatin kuştin.

    Artêşa Iraqê
    © AFP 2018 / MOADH AL-DULAIMI
    Li gor zanyariyên berdest, li gundê Elfara û Huseyniye yê navçeya Elzapa Kerkûkê di navbera hêzên iraqî û milîtanên DAIŞê ku di tunelê de veşartîbûn şer û pevçûn derket.

    Li gor daxuyaniya berpirsên fermî, di şer û pevçûnê de 6 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Piştî peydebûna milîtanên DAIŞê li derdora Kerkûkê, Bexdayê ji baregeha leşkerî ya Diblînê hêzeke taybet ku ji hezar û 270 kesî pêk dihat şande herêmê.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Etîketan:
    Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û hêzên iraqî de şer, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de