06:28 27 Gulan 2018
Artêşa Iraqê

Hêzeke taybet ji bo Kerkûkê kete rê

© AFP 2018 / MOADH AL-DULAIMI
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hêzeke taybet ji baregeha leşkerî ya Diblîna Bexdayê ji bo Kerkûkê kete rê. Hêza taybet wê parastina rêya Daqûq û Xurmatûyê bike.

Li gor nûçeya malpera Bexdad el Yewm a iraqî ku dispêre berpirsekî ewlehî, hêzeke taybet ku lîwayeke polîsên federal pêk tê ji baregeha leşkerî ya Diblîna Bexdayê ji bo Kerkûkê kete rê. Hêza taybet wê parastina rêya Daqûq û Xurmatûyê bike.

Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku hêza taybet ji hezar û 270 leşkerî pêk tê û li ser çend karwanan digihin Kerkûk û erkê wan yê sereke jî parastina rêya di navbera Xurmatû û Daqûqê li başûrê Kerkûkê û parastina bajaran e.

Di nava çend rojên dawî de ji ber êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê li derdora Kerkûk û navçeyên wê nêzîkî 25 milîsên Heşda Şeibî û leşkerên artêşa Iraqê hatine kuştin.

Bi heman mijarî:

YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
Etîketan:
Hêzeke taybet ji bo Kerkûkê kete rê, Kerkûk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de