06:23 21 Gulan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da

    © REUTERS / Ofîsa Serokwezîriya Iraqê
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ji wî re gotiye ku bêyî ku Bexdayê agahdar bikin ew tu operasyonan li Şingalê pêk nayînin. Ebadî herwiha got ku ji Şingalê heta bi sînorê Sûriyeyê hêzên teqwiye bo herêmeê hatine bicihkirin.

    Ebadî û Yildirim
    © Foto : Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê
    Heyder Ebadî îro Sêşemî 27ê Adara 2018ê di konfranseke çapemeniyê de li Bexdayê da xuyakirin, ku Iraq rê nade tu hêz û aliyekî ku axa wî welatî bo êrişkirina ser tu welatekî were bikaranîn. Ebadî eşkere kir ku PKK ji Şingalê vekişiyaye û li Şingalê ewlehî hatiye sazkirin û Şingalê heta bi sînorê Sûriyeyê hêzên teqwiye bo herêmeê hatine şandin.

    ‘EM DÊ DESTÛRÊ NEDIN KU JI BILÎ IRAQÊ TU HÊZÊN ÇEKDAR LI ŞINGALÊ BIMÎNIN'

    Ebadî, "li wir (Şingal) ji bilî ala Iraqê em nahêlin ku tu al werin hildan û ji hêzên Iraqî pê ve em destûr nadin ku tu hêzên çekdar li wir bimînin.

    ‘LI BEJAHIYÊ TU HÊZÊN ÇEKDARÎ TUNE NE'

    Li ser pirsa hebûna hêzên leşkerî li Iraqê Ebadî got, "Li bejahiyê tu hêzên çekdarî tune ne. Birêvebirina hêzên biyanî yên li Iraqê jî di bin kontrola me de ye. Ew hêz ji bo perwerde û piştgiriya lojîstîk li wir in."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlametera PDKê ji bo Şingalê: Tew behsa serweriyê dikin
    Sererkanê Iraqê serdana Şingalê kir
    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Gelo operasyona Tirkiyeyê li Şingalê dest pê kir an jî şerekî derûnî ye?
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    Etîketan:
    Bajarokê Şingalê, Şingal, Şingal, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de