04:15 20 Nîsan 2018
    Şingal

    Parlametera PDKê ji bo Şingalê: Tew behsa serweriyê dikin

    © REUTERS / Ari Jalal
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endama Parlamentoya Iraqê ya PDKê Viyan Dexîlê ragihand ku serokê Parlamanetoya Iraqê Selîm Cibûrî daxwaza wê ya gotûbêjkirina operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li ser Şingalê red kiriye û bi awayekî îronîk rexne li wê helwestê girtin û got, "Tew behsa serweriyê dikin".

    Dexîlê daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand, tê de got ku daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî yên destwerdaneke leşkerî li Şingalê 'xeter' in û derbarê mijarê de wiha nivîsî: "Me daxwaznameyek da Serokê Parlamentoyê ku ji aliyê çend endamên parlamantoyê ve hatibû îmzekirin da ku ev mijar di rûniştina îro de ji bo gotûbêjkirin were vekirin, ji ber ku ev mijar gelekî giring e û bandorê li serweriya Iraqê, ewlekariya welatiyên we û nexasim ên Şingalê dike".

    Li gorî daxuyaniya Dexîlê, Dr. Selîm (Cibûrî) qebûl jeliriye ku ev mijar were gotûbêjkirin û têkeve rojeva xebatê.

    "BEYANA ŞERMZARKIRINA TIRKIYEYÊ JÎ RED KIR"

    Herwiha Dexîlê destnîşan kir ku piştî wê, wan xwestiye ku beyanekê bidin da ku daxuyaniyên Tirkiyeyê yên lêdana Şingalê şermezar bikin lê serokê Parlamanetoya Iraqê ev beyan red kiriye û teqez kir ku Cibûrî gotiye, "Ez ê ne beyanê ne jî gotûbêjkirina mijarê di daniştinê de qebûl bikim."

    Di dawiya daxuyaniyê de, Dexîlê bi awayekî îronîk got: "Tew behsa serweriyê dikin".

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Pêşmerge: Em dê rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê vekin
    Agir bi kampa koçberên Şingalê ket
    Aldar Xelîl: Barzanî ji min re got ku vekişîna ji Şingalê şaş bû
    Li Şingalê mayîna ji DAIŞê mayî teqîya: 2 kes mirin
    Etîketan:
    PDK, Selîm Cibûrî, Viyan Dexîl, Iraq, Şingal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de