01:09 24 Gulan 2018
    Artêşa Iraqê - Operasyona Telaferê

    Sererkanê Iraqê serdana Şingalê kir

    © AFP 2018 / MOHAMED EL-SHAHED
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî vekişîna endamên PKKê ji Şingalê û li şûna wan Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî bicih bûn, Sererkanê Iraqê Osman Xanimî serdana Şingalê kir

    Hat diyarkirin ku Sererkanê artêşa lraqê Osman Xanimî îro jib o girtina agahiyan çû serdana devera Şingalê.

    Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Parastinê ya lraqê ku kopiyeke ji bo peyamnêrê Sputnik Kurdistanê jî şandiye, hat ragihandin ku şandeyeke leşkerî ya Iraqê di bin serokatiya Sererkanê artêşa Iraqê Osman Xanimî de çû serdana devera Şingal, da ku li ser rewşa deverê û hêzên lraqê û hêzên êzidî yên li deverê agahiyan bigire.

    Tê gotin ku piştî vegera hêzên lraqê ji bo devera Şingalê, ev cara yekem e ku sererkanê artêşa lraqê serdana wê deverê dike, ku ev jî piştî gefxwarina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku wê êrîş ser Şingalê bike, hat.

    Hikumeta Iraqê beriya 2 rojan hêzeke mezin ber bi devera Şingalê ve şandibû.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Iraq li Şingalê bi ser nekeve, em ê tiştê pêwîst bikin
    Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    Gelo operasyona Tirkiyeyê li Şingalê dest pê kir an jî şerekî derûnî ye?
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Etîketan:
    serdan, Sererkanê Giştî yê Iraqê, Ferîq Rukin Osman Xanimî, Iraq, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de