18:43 20 Gulan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'

    © Sputnik /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 40

    Parlamenterekî Partiya Dewleta Yasayî ya Nûrî El Malikî ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Recep Tayyip Erdogan dixwaze xewna xwe ya vegera Dewleta Osmanî li ser sînorê xwe pêk bîne."

    Li gorî nûçeya K24ê Parlamenterê Hevpeymana Dewletê ya Yasayî li Iraqê Mensûr El Biecî li ser gefên dewleta tirk yên derbarê Şingalê de got, "Divê her hêza Tirkiyeyê wekî hêza dagirker rastî miameleyê bibe, ji ber ku metirsiya wan ji ya çeteyên terorîst yên DAIŞê ne kêmtir e û divê Erdogan têbigihêje ku Iraq ne lawaz e û dikare erd û asîmanê xwe li hemberî her hewleke dijminane biparêze."

    El Biecî daxwaz kir ku hêzên Tirkiyeyê yên li nav axa Iraqê werin derxistin û Iraq wekî dagirker miameleyê li wan bike û got, "Êdî nabe ew hêz li nav axa Iraqê bimînin û em ê welatê xwe biparêzin. Ji ber ku me ew ji destê DAIŞê rizgar kir. DAIŞ û Erdogan du rûyên pereyekî ne."

    Mensûr El Biecî herwisa ji hikûmeta Iraqê xwest ku li hemberî Erdogan serî li riyên dîplomasiyê bide.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    Etîketan:
    Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasayî ya IraqÊ, Mensûr El Biecî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de