15:44 22 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Parlamenterê Iraqê: Divê hikûmet li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide

    © AP Photo / Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevkê Komîsyona Parastin û Ewlehî yê Parlamentoya Iraqe Ebdulezîz Hesen di axaftina xwe de ragihand ku di rûniştina parlamentoyê de em ê êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê binirxînin.

    Ebadî û Yildirim
    © Foto : Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê
    erdevkê Komîsyona Parastin û Ewlehî yê Parlamentoya Iraqê Ebdulezîz Hesen di axaftina xwe de got: "Em ê di rûniştina parlamentoyê de êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê binirxînin. Divê hikûmeta Bexdayê li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwesteke fermî nîşan bide. Em ê fêr bibin ka di navbera Enqere û Bexdayê de peymaneke fermî heye an na."

    Endamê grûba YNKê Ebdulezîz Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin serdana Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cîbûrî ya Enqere û hevdîtina wekîlê Waliyê Kerkûkê Rakan Said bi Recep Tayyip Erdogan bê ji bo çi hat kirin hîn bibin. Ji gotinên Erdogan xwîn dibare, belkî armanca wî ne Şingal tevahiya Mûsilê be."

    Hesen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Me ji Cîgirê Serokê Parlamentoyê Aram Şêx Muhammed ji bo axaftina êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê daxwaza nirxandina mijarê kir."

    Bi heman mijarî:

    Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê
    Parlamenterê Iraqê: Ebadî soza xwe ya tekoşîna gendeliyê bi cih nayîne
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya Şingalê
    'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'
    Iraqê ji bo Şingalê bersiv da Tirkiyeyê
    Iraq: Em operasyonên Tirkiyeyê li dijî bakurê Iraqê red dikin
    Etîketan:
    Berdevkê Komîsyona Parastin û Ewlehî yê Parlamentoya Iraqê, Ebdulezîz Hesen, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de