10:39 23 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Kuştina ciwanên kurd berdewam e

    © Sputnik / Nazek
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 02

    Li Kerkûkê kuştina xiwanên kurd berdewam e û duhî jî ciwanekî kurd li taxa Îskan a Kerkûkê bi 4 guleyan hat kuştin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, ciwanekî kurd bi navê Hemze li taxa Îskan a Kerkûkê rastî êrişeke çekdarî hat û di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên polîsên Kerkûkê 4 gule li wî ciwanê kurd ketine û nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

    Çavkaniyekî ewlehî yê ji bajêr ragihand ku ciwanê k udi encama êrişê de jiyana xwe ji dest daye pasevanê dibistanê Pîremêrd a bajarê Kerkûkê bûye û dema ku ciwanê kurd Hemze li cadeyê bûye, ji nav wesayîtekê ve teqe li wî hatiye kirin û piştre bilez ji cihê bûyerê dûr ketiye.

    Polîsê Kerkûkê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye, lê heta niha nayê zanîn, bikuj an jî bikujên wî ciwan kurd kî ne û sedema kuştinê jî nediyar e.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
    Etîketan:
    Kuştina ciwanên kurd berdewam e, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de