05:11 21 Nîsan 2018
    Şingal

    Gelo operasyona Tirkiyeyê li Şingalê dest pê kir an jî şerekî derûnî ye?

    © REUTERS / Ari Jalal
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Mijara Şingalê û operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li wê herêmê bûye mijareke sereke di medyaya Iraq û kurdî de. Rayedar û pispor diyar dikin ku ihtimal tine ku hikûmeta Iraqê qebûl bike Tirkiyeyê operasyonekê li Şingalê pêk bîne û herwiha hinek dibêjin ku "mana Tirkiyeyê li Iraqê jî dê dirêj neke, ji ber piştgiriya navdewletî û herêmî ji Iraqê re".

    Piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got ku operasyona li Şingalê dest pê kiriye, mijar gelekî hat gotûbêjkirin ku ew îdîa ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hat redkirin û herwiha PKKê ragihand ku şervanên xwe ji wê derê kişandin.

    Serokê Koma Partiya Fezîletê ya Îslamî li Parlamanetoya Iraqê Dr. Emar Teeme li ser mijarê ji Sputnikê re axift û got:

    "OPERASYONA ŞINGALÊ DÊ ÇARESERIYÊ NEYÊNE"

    "Hikûmeta Iraqê hêzên xwe şandin herêmê û agahiyên piştrastkirî hene ku PKK ji Şingalê vekişiyaye. Ev jî tê wê wateyê ku sedem ji derbasbûna Tirkiyeyê bo qezayê nemaye. Herwiha çend astengên din jî hene ku rê nadinê ew hêz têkevin wir. Pêwîst e, destûra Hikûmeta Iraqê bê stendin, ji ber ev destwerdan tê wateya binpêkirina serweriya wê. Herwiha bikaranîna hêzê dê çareseriyê neyêne lê dê bibe sedema xelaskirina çavkaniyên mirovî û kuneke nû ya nakokî û rageşiyê çêke ku ihtimal heye, komên terorîst sûdê jê bigirin. Hemû dane van tevgerên Tirkiyeyê yên bêsedem red dikin."

    "DIBE HIKÛMETA IRAQÊ HINEK PÊŞNIARAN LI TIRKIYEYÊ BIKE"

    Li ser pirsyara bê gelo ihtimal heye ku hevkariyeke Tirkiye û Iraqê ya neragihandî hene, Teemeyî got ku "ihtimal kêm e ku Hikûmeta Iraqê kordînasyoneke di nava sînorên xwe de li gel hêzên biyanî bike lê dibe ku hinek pêşniyaran bike ji ber rûbirûbûneke leşkerî di nava axa Iraqê, dê bandorên neyênî li ser ewlekariya Iraqê hebe. Herwiha dibe ku hinek aliyên din tev li vê pevçûnê bibin ku Hikûmeta Iraqê naxwaze tiştekî wiha çêbibe."

    "ŞINGAL HATIYE VALAKIRIN'

    Pisporê Leşkerî Fadil Ebû Rexifî jî derbarê mijarê de ji Sputnikê re wiha axift û got: "Şingal ji aliyê dîrokî û erdnîgarî ve xaleke giring e ji bo kurdan û herwiha ji bo tirkan û hikûmeta navendî ya Iraqê. Ew komplekseke berfirehbûnê ya kurdên Iraq, Sûriye û yên Tirkiyeyê ye. Ev tişt jî Şingalê dike xwedan aliyekî stratejîk. Ji aliyê din ve, Şingal ne bajarekî kurdî ye. Herwiha niştîcihên wê ne kurd in û îro hema hema ji niştîcihên xwe hatiye valakirin. Ev daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyeyê, wek şerekî derûnî ye û ne şerekî leşkerî ye."

    'MANA TIRKIYEYÊ LI IRAQÊ DÊ DIRÊJ NEKE, Jİ BER PIŞTGIRIYEKE HERÊMÎ Û NAVDEWLETÎ JI IRAQÊ RE HEYE'

    Ebû Rexîfî di berdewamiya axiftina xwe de got ku "destwerdana Tirkiyeyê di nava axa Iraqê de encama peymaneke berê ye ku di navbera rejîma berê ya Iraqê û aliyê Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin. Ev peyman rê dide hêzên Tirkiyeyê ku bi qasî 20 kîlometreyan têkeve axa Iraqê ne zêdetir. Heta niha jî ew peyman nehatiye betalkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku Hikûmeta Iraqê dê rê bide tirkan ku van tiştên dikin berdewam bikin. Nexasim ku li Başîqa, Duhok, Zaxo û herêmên din bi cî bûne. Mijara mana Tirkiyeyê li Iraqê dê dirêj neke, ji ber ku piştgiriyeke herêmî û navdewletî ji Bexdayê re heye.Ev destwerdana Tirkiyeyê dê neyê qebûlkirin ji ber hesasiyeta rewşê."

     

    Bi heman mijarî:

    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    ŞİNGAL - PKK: Bila rewş asayî bibe...
    Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
    Etîketan:
    PKK, Fadil Ebû Rexif, Emar Teeme, Tirkiye, Iraq, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de