09:50 20 Nîsan 2018
    Îraq-Heşda Şeibî

    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir

    © AFP 2018 / Mohammed Sawaf
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    KCKê bi daxuyaniyeke ragihandibû ku endamên PKKê ji Şingalê vekişiyane û piştre jî hat diyarkirin ku hêzên Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê li şûna PKKê hatine bicihkirin. Fermandarê Heşdî Şeibî Kenan Tûzlû li ser mijarê ji Sputnikêre axivî û da zanîn ku endamên PKKê ji Şingalê vekişiyane û li şûna wan jî hêzên Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê bicih bûne.

    Hikmet Durgun

    PKK piştî êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê ya di sala 2014an de ketibûn Şingalê û rê li ber pêşveçûna rêxistinê girtibûn û li Şingalê hêzeke bi navê Yekîneya Berxwedana Şingalê (YBŞ) ji kesên herêmî ava kiribû. Herwiha KCKê di daxuyaniyê de anî ziman ku li Şingalê ew şert û mercên xerab yên sala 2014an ji holê rabûne û got, êzidîyan rêxistina xwe pêk aniye û li Şingalê û derdora wê jî pirsgirêka ewlehiyê nemaye, ji ber van sedeman hêzên xwe ji wir vedikişînin.

    ‘EM NIZANIN KU ENDAMÊN PKKê ÇÛN KU DERÊ'

    Fermandarê Heşdî Şeibî Kenan Tûzlû li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku endamên PKKê ji Şingalê vekişiyane û got: "PKK du roj berê ji Şingalê vekişiya. Em nizanin çûne ku derê. Ji bo vekişandina hêzên YBŞê jî ti haydarî di deste me de tine ye. Hêzên Heşdî Şeibî li navend û çoltera Şingalê bicih bûn. Tuxayeke Heşdî Şeibî li wir hat bicihkirin û dê êdî gelê Şingalê ev tuxay biparêze."

    Herwiha Tirkiye bertekên tund dabû hebûna PKKê ya li Şingalê û eşkere kiribû ku bi hinceta hebûna PKKê operasyona leşkerî li dijî Şingalê bidin destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    PKK: Ti operasyonan dest pê nekiriye lê eger dest pê bike, em ê bi tundî bersivê bidin
    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da
    Cemil Bayik: Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de firehtir dibe
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Etîketan:
    hêz, PKK, Sputnik, Kenan Tûzlû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de