08:24 23 Nîsan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Iraq li Şingalê bi ser nekeve, em ê tiştê pêwîst bikin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Şingalê de axift û got, eger hikûmeta Iraqê li Şingalê bi ser nekeve, em dê tiştê pêwîst bikin.

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê berî biçe bajarê Varnayê yê Bulgaristanê axift û got:

    (Vekişîna PKKê ji Şingalê) ya rast ew e ku min ji rêxistina me ya îstîxbaratê wergirtin ku Hikûmeta Iraqê hinek hewlên operasyonan kir. Helbet wek encameke suriştî, em vê dişopînin bê bi tevahî qediyaye yan na. Belkî bi awayekî beşkî destwerdana çêbûbe, nexasim îro dê rayedarek ji Iraqê j bo van mijaran were Tirkiyeyê. Ew ê dê bi şêwirmendê me yê MITê(îstîxbaratê) re bicive. Em ê piştî vê civînê encameke durist bgirin. Hêviya me ew e ku Hikûmeta Iraqê di operasyona xwe ya li Şingalê bi ser keve, eger kêşe çêbibe, em dê civînên xwe yên dualî bikin, em dê di tiştê pêwîst bikin. Tehemula me zêde ji Şingalê re tine."

    "EM BU PÛTÎNÎ Û TRUMPÎ RE JÎ DIAXIVIN'

    Li ser meseleya Minbicê jî, Erdoganî got, "Minbic ji bo ne tiştekî nû ye. Ev mijareke wiha ye ku em ji dema Obamayî de li ser disekinin. Obamayî ji me re gotibû, 'ev dê li vir nemînin, dê wan bikişînin rojhilatê Firatê.' Wan jî sozên wek ên Obamayî dan me. Me ji wan re got, 'li van deran ne YPGê.Ev der a nifûsa wê derê ya ereb e ku 90% ji gelheya wê ye. Tiştê li me û we dikeve, ku em van deran radestî xwediyên wê bikin'. Birêz Tillerson dema serdana xwe di axftina me de pêşniyar anî ku ewlekariya Minbicê bi hev re dabîn bikin. Çi ji vê tê fêmkirin. 'Niyeta me tine ku em têkevin vir, em rêxistina terorê derxînin, ewlekariya wê wek Amerîka-Tirkiye dabîn bikin…'Cihê em lê disekinin, ev e. Em dikarin di dabînkirina ewlekariyê de bi hev re tevbigerin. Ez wiha difikirin ku ew nêzîkatiyên dibêjin 'em ji vir dernakevin' ne viyana Trumppî ye. Em bi Pûtînî re û bi Trumpî re jî diaxivin."

    Rayedarên amerîkî li ser pirsa vekişîna ji Minbicê ku bi Tirkiyeyê re hevdîtin li ser hatine kirin, ragihandibû ku ti niyeteke Amerîkayê ya vekişîna ji Minbicê nîne.

    Berdevaka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniya xwe ya ji bo Minbicê de gotibû ku "ti lihevkirineke me bi Tirkiyeyê re tineye."

    Bi heman mijarî:

    Qeymeqamê Şingalê: Ne tenê Kurd, Ereb jî dixwazin beşdarî referandûmê bibin
    Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî êrişî Şingalê kirin
    Reuters: Komeke êzidî li gel hêzên Iraqê hatin Şingalê
    Qeymeqamekî nû ji bo Şingalê hat tayînkirin
    Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Iraq, Şingal, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de