01:14 21 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Heyder Ebadî û Bob Dedlon ji bo Kerkûkê civiyan

    © REUTERS / Ludovic Marin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Rêvebirê Giştê yê British Petrolê Bob Dedlon hevdîtinek pêk anîn û mijara sereke jî petrola Kerkûkê bûye.

    Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Rêvebirê Giştê yê British Petrolê Bob Dedlon û şanda pêre hevdîtinek pêk anî. Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Ebadî û Dedlon xebatên ser rafineyên petrola Kerkûk, Bakur û Başûr gotûbêj kirin.

    Di civînê de planên hikûmeta Iraqê ya ji bo zêdekirina hilberina petrolê hatine nirxandin. Hikûmeta Iraqê destpêka îsal ligel BP rêkeftinek ser petrolê Kerkûkê pêk anibû.

    Kompanya BP ku navenda wê li Londona Brîtanyayê sala 2013an xwestibû li Kerkûkê petrolê derbixe lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî wê yekê derketibû.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin
    Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
    Talebanî: Hêvî dikim Ebadî soza xwe bicih bîne
    Berdevkê Ebadî: Em ê lezê li pêvajoya vekirina balafirxaneyan bikin
    Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, BP, Bob Dedlon, Heyder Ebadî, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de