17:32 22 Nîsan 2018
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Midurê kurd ji peywirê hat girtin, li şûnê erebek hat tayînkirin

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Midurê Agirkujiyê yê Kerkûkê Miqdad Salih, ku kurd e, ji peywira xwe hatiye girtin û li şûna wî yekî erebê ji Hewîceyê hatiye tayînkirin.

    Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Berpirsê Çapemeniyê yê Miduriyeta Agirkujiyê yê Kerkûkê Qays Muhammed daxuyand ku Midurê Agirkujiyê yê Kerkûk Miqdad Salih îro bi biryara wezaretê ji peywirê hatiye girtin, û got, "Li şûna wî erebekî ji Hewîceyê yê bi navê Salih Muhammed Cibûrî hat tayînkirin."

    Hêjayî gotinê ye ku piştî êrîşên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî yên li ser Kerkûkê gelek rêveberên kurd yên saziyên Kerkûkê ji peywirê hatibûn girtin û li şûna kesên ereb hatibûn tayînkirin. Herî dawiyê hefteya borî Bexdayê midurê kurd yê polîsên li Kerkûkê Xettab Omer ji peywirê hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Du teqîn li Kerkûkê: 6 kes birîndar
    DAIŞê li Kerkûkê bi cilên polîsan êriş kir: 5 kuştî û 15 birîndar
    Kosret Resûl: Rewşa niha li Kerkûkê zêde ne domdar e
    Rêveberê polîsên Kerkûkê guherî û Heşda Şeibî ji Xurmatûyê vekişiya
    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan
    Etîketan:
    Berpirsê Çapemeniyê yê Miduriyeta Agirkujiyê yê Kerkûkê, Qeys Muhammed, Miqdad Salih, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de