17:37 22 Nîsan 2018
    Şerê li Şingalê

    'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'

    © AP Photo / Seivan Selim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyane û li şûna wan hêzên Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li wir hatine bicihkirin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê rêveberê nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokî diyar kir ku endamên PKKê ji Şingalê hatine vekişîn û li şûna hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatin bicihkirin.

    Cokî anî ziman ku îro hemû hêzên PKKê ji Şingalê vekişiyane û û got, "Niha li wir tenê hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê li wir hene, ku hejmara wan bi qasî hezar kesî ye."

    Rêveberê nahiyeyê herwisa anî ziman ku hêzeke mezin ya artêşa Iraqê gihiştiye Şingalê û ligel YBŞê li ser sînorê Sûriyeyê bicih bûne û herwisa hatina hêzên artêşa Iraqê berdewam dike.

    Hêjayî gotinê ye ku PKKê li ser daxuyaniyên dewleta tirk yên ji bo êrîşkirina ser Efrînê di 23yê Adarê de biryar dabû ku hêzên xwe yên li Şingalê vekişîne. Herwisa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî îro ji bo destpêkirina êrîşên ser Şingalê ferman dabû artêşa tirk.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê ji bo Şingalê bersiv da Tirkiyeyê
    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
    KCK: Em hêzên xwe ji Şingalê vedikişînin
    Parlamentera PDKê ji bo daxuyaniyên Erdoganî yên Şingalê bi konsulê amerîkî re civiya
    Berpirsê îstixbarata leşkerî yê Seddam Husên: Tirkiye nikare êrîşê ser Şingalê bike
    Etîketan:
    bicihkirin, Rêveberê Nahiyeya Sinûnê, YBŞ, Artêşa Iraqê, PKK, Xwedêda Çokî, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de