21:27 24 Nîsan 2018
    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-

    Iraq: Em operasyonên Tirkiyeyê li dijî bakurê Iraqê red dikin

    © AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku hemû bombardûmanên li bakurê Iraqê yên Tirkiyeyê ku sivîl dibin armanc red dikin û daxwaz kir ku dawî li operasyonan bînin

    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb tekez kir ku divê Tirkiye di dema her operasyon û çalakiyekê de li ser sînorên Iraqê hevahengiyê bike û xelkê sivîl neke armanc.

    Ehmed Mehcûb got: "Em hemû corên destdirêjî û bordûmankirina xelkê sivîl li Bakurê Iraqê red dikin. Ji ber li sînorê parêzgeha Hewlêrê xelkên sivîl bi bordûmanên balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatine kuştin. Herwiha hefteya borî bi rêya Alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Iraqê ev mijar red û şermezar kiriye."

    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb, tekez dike ku pêwist e bordûman û kiryarên leşkerî bên rawestandin û Tirkiye hevahengiyeke zêdetir ligel Bexdayê bike.

    Bi heman mijarî:

    'Balafirên Tirkiyeyê 5 şervanên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê kuştin'
    Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    Etîketan:
    operasyon, Ehmed Mehcûb, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de