02:42 28 Gulan 2018
Heyder Ebadî

El Cedîd: Iraq di nava gendeliyê de noq bûye

© AFP 2018 / ALI AL-SAAD
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya El Erebî El Cedîd di raporteke xwe de ragihand ku Iraq di nava gendeliyê de noq bûye 3u ev dosya ji bo hikûmetê pirsgirêkên mezin derdixîne.

Dema Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi wezîfeyê kir plana rûbirûbûna gendeliyê ragihandibû û niha jî çendîn doseyên gendeliyê yên metirsîdar li ber destê wî ne ku pêwendiya wan bi gelek berpirsên iraqî re heye.

Herwiha ji bo rêlibergirtina gendeliyê heta niha çendîn komîte hatin avakirin, lê piştî ku wan komîteyan raportên xwe radestî wî kirin, Ebadî dosya girtin û lêkolîna derbarê wan rawestand.

Heyder Ebadî dema dest bi wezîfeya serokwezîrtiyê kir gelek soz ji bo gendelkaran dabû, lê heta niha tiştek jî nehatiye kirin.

Rojnameya El-Erebî El-Cedîd di raportekê de dibêje: "Niha Iraq di nav çendîn dosyeyên mezin yên gendeliyê de noq bûye, ev dosya pirsgirêkên mezin ji bo hikûmet û welatiyan çêkiriye û li temamê dezgehên dewletê bi awayekî berfireh belav bûye. Digel vê jî Ebadî sînorek ji van dosyayên gendeliyê re nedaniye."

Bi heman mijarî:

Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin
Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
Ebadî: Balafirgehên Kurdistanê vedibin
Ebadî: Kurdên sûrî bi zorê xerîteyê biguherînin, dê gelek xwîn birije
Etîketan:
Dosyayên gendeliyê yên Iraqê, Serowezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de