13:55 25 Nîsan 2018
    Leşkeren tirk - leşkerên tirkiyeyê

    Iraqê daxwaza Tirkiyeyê ya operasyona li dijî PKKê red kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî îro çarşemê ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Yildizî re got ku Bexda qebûl nake ku operasyoneke leşkerî li ser xaka wê çêbibe û sînorên wê werin binpêkirin.

    Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî îro çarşemê ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Yildizî re got ku Bexda qebûl nake ku operasyoneke leşkerî li ser xaka wê çêbibe û sînorên wê werin binpêkirin.

    El Caferî bi daxuyaniyekê ragihand ku Iraqê rûpela rûbirûbûna li dijî çeteyên DAIŞê yên terorîst qulipand û serkeftinên mezin bi dest xistin, erdê xwe rizgar kir û îro lê dixebite ku ji nû ve ava bike, bajaran ava bike û destnîşan kir ku "li pêşberî me fersendên xurtkirina hevkariyê, zêdekirina hecimê veberhênan, danûstendina di navbera herdu welatan de heye".

    "DIVÊ TIRKIYE HÊZÊN XWE JI BAŞÎQAYÊ VEKIŞIN"

    Herwiha Caferî diyar kir ku "stratejiya têkiliyên Iraqê li ser xurtkirina berjewendiyên hevpar, têkoşîna li dijî xeteran bi awayekî hevbeş, parastina serweriyê û mudaxelenekirina di karûbarên navxweyî yê dewletên din de ava bûye."

    Li gorî daxuyaniyê Caferî diyar kiriye ku "Iraq dê destûrê nede ku ti hêzeke li ser erdê wan operasyonên leşkerî li ti deweteke cîran pêk bîne" û destnîşan kiriye ku "giringiyê didin kûrkirina têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyeyê" lê di heman demê de ji binî ve red dike ku hêzên Tirkiyeyê sînorên Iraqê derbas bikin û careke din dubare kir ku divê hêzên Tirkiyeyê ji bajarê Başîqayê vekişin."

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku "dê bi Iraqê re operayoneke hevpar ya dersînorî li dijî PKKê li dar bixin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
    Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin
    Lavrov: Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê, operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir
    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Etîketan:
    PKK, İbrahim El Caferî, Ehmed Yildiz, Mevlut Çavuşoglu, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de