20:40 23 Nîsan 2018
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    DAIŞê li Kerkûkê bi cilên polîsan êriş kir: 5 kuştî û 15 birîndar

    © AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di rêya Kerkûk û Xurmatûyê de bi cilên polîsan noqteyeke kontrolekê ava kirin û paşî êrişî wesayîtên sivîl kirin. Di êrişê de 5 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

    Berdevkê Çapemeniya Midûriyeta Polîsên Kerkûkê Afrasyav Kamîl di axaftina xwe de ragiand ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di rêya Kerkûk û Xurmatûyê noqteyeke sexte ya kontrole ava dike û paşî jî êrişî wesayîtên sivîlan dikin.

    Afrasyav Kamîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtan bi cilên polîsan pêşî wesayîta disekinînin û paşî bi awayekî rasthatî gulebaran dikin. Zarok jî di nav de bi tevahî 5 hemwelatî hatin kuştin û 3 jê giran 15 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan sewkî Nexweşxaneya Dewlet a Kerkûkê kirin."

    Li gor daxuyaniya Kamîl piştî bûyera êrişî li herêmê ji bo qefaltina milîtanên terorîst operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Rewşa niha li Kerkûkê zêde ne domdar e
    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan
    DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir: 5 sivîl hatin kuştin
    2 hezar milîtanên DAIŞê li sînorê Kerkûkê perwerdeya leşkerî dibînin
    Berpirsê asayîşê: Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin
    Li Kerkûkê 10 xortên kurd hatin binçevkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Berdevkê Çapemeniya Midûriyeta Polîsên Kerkûkê, Afrasyav Kamîl, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de