17:37 22 Nîsan 2018
    Newroz Akrê 2017

    Hikûmeta lraqê ji bo cejna Newrozê 2 roj betlane ragihand

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hikûmeta Iraqê bi boneya cejna newroz û sersala nû ya kurdî biryar da ku du rojan (21 û 22yê Adarê) li seranserê welêt bibine bêhnvedana fermî.

    Sekretêriya Civata Wezîran a lraqê di daxuyanyekê de ku kopyayek bo peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê jî hatiye şandin de ragihand, Hikûmeta Iraqê bi boneya cejna newroz û sersala nû ya kurdî biryar da ku du rojan (21 û 22yê Adarê) li seranserê welêt bibe bêhnvedana fermî ango betlane.

    Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî duhî roja yekşemê ragihandibû ku "betlaneya cejna Newrozê ya neteweyî û niştimanî dê ji roja sêşema dikeve 20ê Adara 2018an dest pê bike û dê heta 24 mehê dewam bike ku 25ê mehê dê yekem roja karî ya piştî cejna Newrozê be."

    Bi heman mijarî:

    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan
    Donald Trump: Newroza bi milyonan mirovên ku newrozê pêşwazî dikin pîroz dikim
    Operasyonên binçavkirinê yên berî Newrozê dest pê kirin
    Hikûmeta Kurdistanê rojên betlaneya Newrozê diyar kirin
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Etîketan:
    Behnvedan, Newroza 2018an, Betlane, Newroz, SpûtnîkKurdistan, Hikûmeta Iraqê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de