20:32 23 Nîsan 2018
    Telafer a ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin

    Rêxistina terorîst êrişî gundê gundê Cerin kir: Muxtar hat kuştin

    © Sputnik / Sarah Nureddin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Mûsilê êrişî gundê El Cerin kir. Di encamê de muxtarê gund kuştin û birayê wî jî revandin.

    Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên polîsên Mûsilê milîtanên DAIŞê êrişî gundê El-Cerin kirin ku dikeve rojavayê bajar, muxtarê gund kuştin û birayê wî jî ber bi cihekî nayê zanîn ve revandin.

    Yek ji polîsê bajarê Mûsilê Neqîb Casim Mihemed ragehand ku mûxtarê gundê El-Cerin Elî El- Selamî di êrîşekî rêxistina terorîst a DAIŞê de li gund hat kuştin û birayê wî Selah El-Selamî jî revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

    Cesim Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku hêzên asayîşê gund dorpêçkirin û dest bi lêkolînê kirine û termê muxtarê gundî bo tiba edlî hat veguhestin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê 20 DAIŞî hatin desteserkirin
    Rêya Duhok û Mûsilê piştî 4 salan vebû
    Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin
    DAIŞê li Mûsilê êrişek pêk anî: 7 leşkeran can da
    Li Mûsilê cinaze di goristana cihûyan ya ku DAIŞê wêran kiribû de tên definkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Neqîb Casim Mihemed, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de