17:27 25 Gulan 2018
Peykerê Kawayê Hesinker

ENKSê li ser şikandina peykerê Kawa li Efrînê daxuyaniyek da

© REUTERS / Khalil Ashawi
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Eniya Niştîmanya Kurdî ya Sûrî (ENKS) bi tundî şikandina peykerê Kaweyê Hesinkar li Efrînê şermezar û rûreş kir û ji bo xelkê Efrînê daxwaza parêzvanyeke navdewletî kir.

Herweha di wê daxuyaniyê de ku endamê ENKSê Şelal Gedo kopyayek bo peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê şandiye tê de hatiye gotin, "xelkê Efrînê bi karesatên mezin re rû bi rû maye, her ji destpêka êrişyên artêşa tirk ji 20 Rêbendanê 2018an û ta gihişt dorpêçkirina bajarê Efrînê û awarebûna bi hezaran xelkê bajêrok û gundên derdor ji ber bombebarankirina leşkerî, herwiha rijdbûna PYDê li ser biryara şerkirinê bû encamê ketina artêşa tirk û grûbên alîkariyên wê bo nava Efrînê û awarebûna xelkê wê ji zarok û jin û pîr û kalan ber çolan û li bin serma û baranan.

‘BI ŞÊWEYÊ SERKETINÊ ÇEKDARÊN EW GRÛB KETINE NAVA EFRÎNÊ Û STEM Û ZORDARÎ LI KURDAN KIRIN, BO NIMÛNE ŞIKANDINA PEYKERÊ KAWAYÊ HESINKAR'

Bi şêweyê serketinê çekdarên wan grûban ketine nava cade û kolanên Efrînê û stem û zordarî li kurdan kirin û reftarên şovenî kirin. Bo mînak şikandina peykerê Kawayê Hesinkar hêma û nîşana newroza gelê kurdan.

‘ENKS VAN KIRYARÊN FIHÊT Û STEMKAR KU LI DIJÎ AŞTÎ Û ARAMIYA XELKÊ NE BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKE Û DAXWAZ DIKE EW HÊZ JI EFRÎNÊ DERKEVE'

ENKS di demekê de van kiryarên fihêt û stemkar ku li djî aştî û aramiya xelkê ne bi tundî şermezar dike û daxwaz dike ew hêz ji devera Efrînê derkeve û îdareya wan bajar û gundan bide destê xelkê wan û ji xelkê Efrînê daxwaze dest ji xaka xwe bernede, herwesa daxwaz ji civaka navdewletî û Neteweyên Yeknûyî (NY) û rêxistinên mirovayî û alîkariyê û hêzên Kurdistanê dike bi zûtrîn dem alîkaryan bigehînin awareyên Efrînê û vegerînin bo ser mal û cihên wan û aramî û ewlehyê jî bo dabîn bikin û bi tundî li hember her karekî biwestin ku li djî mafên mirovan û nîşan û hêmayên neteweyên kurd û kultûra neteweya kurdan be."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Berdevkê ‘Kongreya Rizkarina Efrînê' ji Spûtnîkê re axivî
Bozdag: Em li Efrînê bi dewamî namînin
Osê: Piştî Efrînê, qonaxa duyem dê bi piştgiriya NATOyê dewam bike
Parlamenterê rûsî: Tiştên li Efrînê diqewimin dibe sedema fikarên cidî
'Şervaneke brîtanî ya YPJê li Efrînê hat kuştin'
AFP: Milîtanên ASAyê piştî ketina Efrînê, bajar talan kirine
Etîketan:
Kawayê Hesinkar, Rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar, Operasyona li dijî Efrînê, Spûtnîk Kurditan, NY, ENKS, Şelal Gedo, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de