13:57 25 Nîsan 2018
    PKK

    Iraq: Agahiya me ji rêkeftina Tirkiye û Bexdayê ya li dijî PKKê tune ye

    Sputnik
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Îro roja duşemê berdevkê hikûmeta lraqê ya Federal ragihand ku ti zanyaryeke wî li ser wê rêkeftina ku hin berpirsên tirk dibêjin ji bo encamdana operasyonên hevbeş yên li ser xaka lraq û Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê hatiye çêkirin, tune ye.

    Berdevkê hikûmeta lraqê Seed Elhedîsî berdevkê hikûmeta Iraqê ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Hîç zanyariyeke min li ser wê rêkeftinê tune ye ku hin berpirsên tirk behsê dikin û dibêjin hêzên herdu welatan dê bi hevdu re operasyoneke leşkerî ya hevpar li dijî endamên PKKê yên li devera Şingalê û Qendîlê birêve bibin."

    ‘TIRKIYE HER TIM DIXWAZE KURDAN BÊDENG BIKE'

    Ji aliyê din Berdevkê PKKê Serhed Varto derbarê mijarê de ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û ev tişt gotin, "Herdû hikûmetên Herêma Kurdistanê û lraqê baş dizanin ku daxwaza dewleta tirk tenê dagirkirina xaka herêmê û lraqê ye û di heman demê de Tirkiye dixwaze dengê kurdan li her kuderê hebe, bêdeng û tune bike."

    ‘EM BAWER NAKIN BEXDA Û HEWLÊR RÊ BIDIN DEWLETA TIRK'

    Varto daxuyand ku ger Tirkiye bikeve nav xaka Herêma Kurdistanê tenê hikûmeta herêmê dê rastî zirarê were, ji ber ku niyeta dewleta tirk baş nîn e. Berdevkê PKKê ev tişt gotin: "Ew yek jî zelal û eşkere ye ku di sala 2014an de dema teroristên DAIŞê êrîş ser herêm û lraqê kir, dewleta tirk piştevaniya wan dikir. Bexda û Hewlêr jî vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku ne Hewlêr û ne jî Bexda rê nadin dewleta tirk ku operasyonên leşkerî li dar bixe û bikeve nav xaka Herêma Kurdistanê."

    ‘EBADÎ DIZANE EM JI BO IRAQÊ NABE PIRSGIRÊK'

    Serhat Varto li ser helwesta Bexdayê ya li hemberî PKKê jî got, "Baş di bîra me de ye ku Serokwezîrê Iraqê birêz Heyder Ebadî ji ber rola hêzên PKKê ya li ser rizgarkirina devera Şingalê, Mexmûrê û deverên din spasiya me kir û Ebadî baş dizane ku hêzên PKKê ti caran ji bo Iraqê nabe girîft û pirsgirêk."

    Varto li ser amadehiyên xweparastinê yên li dijî êrîşên dewleta tirk jî ev tişt anîn ziman: "Ev 40 sal in gerîlayên PKKê li dijî dewleta tirk şer dike û ew bi hemû awayî amade ne. Artêşa tirk jî baş dizane ku wê di van rojan de çi derbe bi destê gerîlayan xwariye û çi zirar û ziyaneke mezin lê xistiye. Jib o her operasyoneke leşkerî jî bila kerem bikin werin û li hemberî gerîlayan bibînin wê çi bi sere wan de were."

    Bi heman mijarî:

    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Leşker jî di nav kuştî û birîndar hene
    Iraq: Em amade ne li dijî PKKê hevkariya Tirkiyeyê bikin
    Endamên PKKê êrişî leşkerên tirk kirin: 2 kuştî 5 jî birîndar
    Etîketan:
    Berdevkê hikûmeta Iraqê, Fermandarê PKKê yê li Şingalê, Seed Elhedîsî, Serhat Varto, Iraq, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de