17:36 22 Nîsan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Biryara binçavkirina Nuceyfî hat deranîn

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Tekoşîna Gendelî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Dadgeha Lêpirsîn a Nînovayê derheqê Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nuceyfî de biryara binçavkirinê deranî.

    Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Komîsyona Tekoşîna Gendelî ya Iraqê hatine wergirtin biryara binçavkirinê li hemû bajarên Iraqê hatiye belavkirin.

    Waliyê Mûsilê yê berê Esil Nuceyfî berî ku rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de bajarê Mûsilê dagir bike bi gendeliya derqanûnî tê tohmetbarkirin.

    Esil Nuceyfî di meha rebendanê de jî hatibû darezandin û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Herwiha derheqê Nuceyfî de biryara binçavkirinê hatibû deranîn, derketina derveyê welêt hatibû qedexekirin û hemû mal û milkên wî hatibûn desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî û Nuceyfî pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
    Nuceyfî: Bi awayekî eşkere sunî li Mûsilê têne hedef girtin
    Nuceyfî: "Emîrên DAIŞê hemû reviyan Sûriyeyê"
    Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin
    Waliyê Mûsilê yê DAIŞê hat kuştin
    Waliyê Mûsilê yê berê: Divê kurd û ereb li hev bikin
    Etîketan:
    Waliyê bajarê Mûsilê yê berê, Esil Nuceyfî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de