20:32 23 Nîsan 2018
    Logoya FIFAyê

    FIFA: Êdî Iraq dikare mazûvantiya pêşbirkên fermî yên futbolê bike

    © AFP 2018 / MICHAEL BUHOLZER
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Federasyona Navdewletî ya Fûtbolê (FIFA) ragihand ku êdî bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê Hewlêr, Besra û Kerbela dikarin mazuvantiya pêşbirkên fermî yên futbolê bikin.

    Piştî ku Sedam Hiseyn êrişî Kiwêtê kiribû rêxistina futbolê FIFAyê lidarxistina pêşbirkên fermî yên futbolê li wî welatî qedexe kiribûn. Lê piştî nêzî 30 salî, FIFAyê ew qedexeya li ser Iraqê rakir û ragihand, Iraq dikare li bajarên Hewlêr, Besra û Kerbelayê mazûvantiya pêşbirkên fermî yên fûtbolê bike.

    Ev biryara FIFAyê ji aliyê Konfederasyona Futbola Asyayê (AFC) û Hikûmeta Iraqê ve jî bi kefxweşî hat pêşwazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn û Infantino li Kremlînê şova futbolê
    2 eşîrên Kurd di maça futbolê de bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
    Li Amerîkayê di peşbirkeke futbolê de ala YPGê hat hildan
    Hezkirina futbolê ya jinên colemêrgî bû belgefilm
    Wesayîta tîma futbolê qelibî: 18 birîndar
    Etîketan:
    Rakirina Qedexeyê, Futbol, FIFA, Basra, Kerbela, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de