05:09 21 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di peyama xwe ya ji bo komkujiya Helebçeyê belav kiriye de got: “Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ya biratî û hevkariyê diçin û bi hev re ji bo avakirinê pêngavan diavêjin.”

    Li gor nûçeya Rûdawê Heyder Ebadî di peyama xwe de dilsoziya xwe ya ji bo xizmên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê nîşan daye û gotiye: "Iraq rijd e li ser asayiş û seqamgîriya gelê Kurd û di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de garantîkirina mafên wan ên destûrî ligel hemû pêkhateyên din ên Iraqê."

    Ebadî li ser jinavbirina çekên kîmyewî de jî destnîşan kir, "Iraq hemû pabendiyên navdewletî girtiye ber xwe ji bo jinavbirina paşmayiyên çekên kîmyayî ku rejîma berê li dijî Helebce û bajarên din ên Iraqê bi kar anîne".

    Bi heman mijarî:

    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Etîketan:
    Helebce, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de