20:38 23 Nîsan 2018
    Leşker

    Leşker dîsa ketin kemînê: 16 kuştî

    © Flickr/ ResoluteSupportMedia
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Enbarê artêşa Iraqê kete kemîna milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê. Di bûyerê de 7 leşker hatin kuştin.

    Fermandarê artêşa Iraqê Ehmed el Duleymî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de ragihand ku terorîstên DAIŞî li navçeya Rutbe ya Ramadiya Enbarê kemîn danî pêşiya leşkeran.

    Li gor daxuyaniya Ehmed el Duleymî di encama kemîn danînê de 7 leşkerên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 9 milîtanên terorîst ê DAIŞê jî hatin kuştin.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di Rebendana 2017an de gotibû ‘Iraq ji DAIŞê hat paqijkirin' lê xuyaye milîtanên DAIŞê li herêma sehra ya navbera Iraq û Sûriyeyê tevdigerin.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya brîtanî: Iraq bi zora Amerîka û Ewropayê bi Hewlêrê re li hev dike
    Barzanî: Iraq bi fikra înkarê serweriyê li Kurdistanê dike
    Iraq: Bêguman di warê têkbirina DAIŞê de me mifa ji çekên rûsî wergirt
    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
    Iraq difikire ku sîstema parastina hewayî ya rûsî bistîne
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, DAIŞ, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de