
Tê gotin duhî li ser keleha dîrokî ya Kerkûkê peykerê Serokkomarê berê yê lraqê û Sekretêrê giştî yê YNKê Celal Talabanî di rêwresmekê ji aliyê berpirsên melbenda YNKê li Kerkûkê hat danîn, lê piştî bi saetekê hêzeke dijî terorê yên lraqê bi ser kelehê ketin û peykerê Mam Celal ji wir rakir.
Berdevkê polîsên Kerkûkê Eqîd Efrusyab Kamil ku kesekî kurd e beşdarî rêwresmên danîna wî peykerî bûbû bo dema 8 demjimêran ji aliyê wan hêzan ve hatibû binçavkirin û di piştre hat azadkirin. Sputnîk Kurdistan peywendî binavboriyî re danî lê amade nebû çi daxuyanya li ser bûyerê bide.

Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)