17:28 24 Nîsan 2018
    Leşker

    Hêza taybet kete kemînê: 2 jê fermandar 5 leşker hatin kuştin

    © AFP 2018 / STRINGER
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku hêza taybet a artêşa Iraqê li bajarê Diyalayê kete kemîna milîtanên DAIŞê. 2 jê fermandar 5 leşker hatin kuştin.

    Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên hêzên ewlehî yên Iraqê, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Baregeha Leşkerî ya Karkuşê ku 55 kîlometroyan ji Baqubaya Diyalayê dûr e kemîn li pêşiya hêza taybet a artêşa Iraqê ku parêzvanên sînor bûn danîn. Di encama kemînê de 2 jê fermandar 5 leşkerên hêza taybet hatin kuştin.

    Li gor agahiyan milîtanên terorîst ên DAIŞê berî ku hêzên ewlehî yên Iraqê întîqalî herêmê bikin ji cihê bûyerê reviyan.

    Çend roj berê milîtanên DAIŞê li herêma El-Azim a Baqubayê li kontroleke ewlehî êrişî sivîlan kiribû û di êrişê de zêdetirî 10 kes hatibûn kuştin û 5 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowê operasyona DAIŞê: 60 kes hatin binçavkirin
    HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya
    DAIŞê êrîşê artêşa Iraqê kir
    Polîsê Kerkûkê hişyariya planeke êrîşa DAIŞê da
    Fermandar: "Tekoşîna DAIŞê wê bi salan dewam bike
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, DAIŞ, Diyala, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de