18:41 25 Hezîran 2018
Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm

'Bila parlaman baweriyê ji Fûad Mesûm bistîne'

© AP Photo / Richard Drew
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Yek ji serkirdeyê rêxistina Heşda Şeibî Yusiv Kilabî di axaftina xwe de ragihand ku bila bawerî ji Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm were standin.

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm qanûna bûdçe ku Palamentoya Iraqê qebûl kiribû red kir. Serkirdeyê Heşda Şeibî Yûsif Kilabî, daxwaza kişandina baweriyê ji serokê Iraqê Fûad Mesûm kir û biryara wî ya redkirina pirojeyasayê, wek destdirêjî li ser hemû gelê Iraqê binav kir.

Yûsif Kilabî di daxuyaniyekê de got: "Piştî zelal bû, ku Fûad Mesûm erkên xwe yên destûrî bicî nake û bi hestekî netewî kar dike, em ji perlemanteran dixwazin baweriyê ji wî bikişînin. Budçe milkê hemû gelê Iraqê ye û redkirina yasaya budceyê û vegerandina wê ji bo perleman, destdirêjî ye li ser hemû gelê Iraqê."

Roja sêşemê ofîsa ragihandina serokatiya Iraqê ragihandibû ku serokomarê Iraqê biryar daye qanûna giştî ya sala 2018an ya Iraqê li perleman bê vegerandin, daku pêdaçûn û lêvegerekê jêre bike.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
Serokkomarê Iraqê projeya budçeya Iraqê red kir
Asayîşa Iraqê li Kerkûkê dîsa kurd ji mal revandin
Koalîsyona Navdewletî biryara mayîna xwe yê li Iraqê da
Heşda Şeibî êdî hêzek fermî ya Iraqê ye û wek artêşa Iraqê wê bê nişandan
Etîketan:
Serokomarê Iraqê, Fûad Mesûm, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de