16:50 21 Hezîran 2018
Xurmatû

Partiyên siyasî yên kurdî vedigerin Xurmatûyê

© Sputnik / Hikmet Durgun
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Hat ragihandin ku hemû partiyên siyasî yên kurdî dê di demeke nêzik de vegerin bajarê Xurmatûyê ku piştî êrîşên artêşa lraqê û Heşda Şeibî yên di cotmeha sala par de, baregehên xwe terikandibûn û ji Tuzxûmratûyê çûbûn.

Cebar Mela Elî bajarvanê Tevgera Goranê yê li Xurmatûyê ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Îro roja sêşemê nûnerên Tevgera Goranê, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî yên li Tuzxûrmatûyê ligel civata şarederî, qeymeqam û fermandarên hêzên lraqê û Heşda Şeibî civînek li dar xist û têde aliyên lraqê rizamendiya xwe diyar kir ku baregehên hemû partiyên siyasi yên kurdî careke din vegerin Xurmatûyê û biryar e di hefteya bê de baregehên xwe vekin."

Herwisa bajarvanê Goranê yê li Tuzxûrmatûyê daxuyand ku tenê PDK nayê û got, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê wê vegerin Xurmatûyê û wê deverê û dest bi karên xwe yên siyasî bikin her wekî çawa beriya bûyerên piştî referandûma serbixwe ya 25ê Îlona sala par.

Bi heman mijarî:

Cenazeyê şervanê YPGê gihişt Herêma Kurdistanê
Piştî vekirina balafirxaneyên Kurdistanê ji Bexdayê daxuyaniya lihevkirina Pêşmerge
Ebadî: Balafirgehên Kurdistanê vedibin
Fûad Mesûm: Biryara referandûmê ya Kurdistanê ne di cih de bû
Etîketan:
vegerîn, Tevgera Goranê, Cebar Mela Elî, Xurmatû
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de