16:48 21 Hezîran 2018
Şîrovekarê siyasî Aso Kerîm

Aso Kerîm: Vekirina balefirgehên Kurdistanê bi ramana vegerandina desthilata Bexdayê tê

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Îro roja sêşemê Serokwezîrê lraqê Heyder Ebadî biryara vekirina herdû balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê û şandina mûçeyên herdû wezaretên perwerde û tenduristiyê wergirt û Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînekê de xweşhaliya xwe li hember wê biryara Ebadî derbirî.

Derbarê mijara vekirina balafirgehan û şandina mûçeyên Wezareta Perwerde û Tenduristiyê çavdêr û şîrovekarê siyasî Aso Kerîm ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand û anî ziman ku ev helwesta Ebadî û rêkeftina wî ligel Kurdistanê girêdayî hilbijartinên pêşerojê yê Iraqê ne.

Aso Kerîm "Wiha xuya ye ku berî niha çend civîn bi nepenî di navebara Hikûmeta lraqê û Herêma Kurdistanê de hatine lidarxistin û gihiştine hin rêkeftinan ta ku îro serokwezîrê lraqê Ebadî biryar da. Biryara vekirina balefirgehan bêguman bo Herêma Kurdistanê girîngya xwe he ye ji ber ku hemû welatî wê mifa jê bibin, lê ew yek jî selimandin û vegerandina desthilata lraqê ye bo Herêma Kurdistanê weha xuya ye ku herdû aliyan hîn tenezul bo hevd kirîne ta ku gihiştîne vê rêkeftinê."

‘EV HELWESTA EBADÎ Û RÊKEFTINA WÎ LIGEL KURDISTANÊ GIRÊDAYÎ PIRSA HILBJARTINÊN IRAQÊ YE'

Kerîm egera girtina biryara Ebadî wisa şîrove kir, "Ez bawer im ku ev helwesta Ebadî û rêkeftina wî ligel Hikûmeta Herêmê girêdayê pirsa hilbjartinên lraqê ye ku tenê dû meh mane û Ebadî pêwîstiya wî bi rêkeftin û baştirkirina têkiliyên xwe heye ligel tev aliyan bi taybetî li gel aliyê Herêma Kurdistanê."

HERÊM NEÇAR BÛ TENÊ BEREVANIYÊ JI DESTKEFTIYÊN XWE YÊN BERÊ BIKE'

Aso Kerîm derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê wisa nêrînê xwe anîne ziman, "di rastî de piştî bûyerên 16 cotmeha sala par, Herêma Kurdistanê kete nava rewşeke nû û giran de, ji ber ku herêm neçar bû tenê berevaniyê ji destkeftiyên xwe yên berê bike, dest ji refrandom û serxwebûn û deverên erebkirî berde û hemû hewlan biden hebûna xwe ya destûrî ji dest nede, ji ber ku eger hebûna xwe ya destûrî ji dest da, wê demê tiştek namîne bi navê Hikumet û Parleman û Herêma Kurdistanê."

‘SIYASETA NAVDEWLETÎ LI DEVERÊ WIHA KIRIYE KU KURD NIKARE WEKU BERÊ ROLA XWE BILEYIZE'

"Herwiha li ser asta navdewletî û herêmî jî siyaseta navdewletî û milmilana navbera Rûsya û Amerîka de li deverê wiha kiriye ku kurd nikare weku berê rola xwe bileyize, her wekî çawa di şerê li djî DAIŞê de hebu, em niha dibînîn ka çewa li Rojavayê Kurdistanê û li Efrînê kurd ketine ber dirindetirîn êrişên dewleta tirk. Rûsya û Amerîka û hemû Cîhan tenê temaşe dikin. Vêca bo vê qonaxê pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê tev xebata wê bo cibîcîkirina wan mafên kurdan bike ku di destûra bingehîn a lraqê de hatine."

Bi heman mijarî:

Ebadî: Balafirgehên Kurdistanê vedibin
Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
Hikûmeta lraqê biryara ragirtina balafirgehên Kurdistanê ji bo demeke din dirêj kir
Ebadî: Di demeke nêz de balafirgehên Kurdistanê vedibin
'Balafirgehên Herêma Kurdistanê dê bên vekirin'
Iraqê ji bo balafirgehên Kurdistanê biryareke nû da: Qedexe 2 mehan hat dirêjkirin
Hollanda: Em hewil didin balafirgehên Kurdistanê werin vekirin
Etîketan:
Nirandin, Daxuyanî, Şandina Mûçeyan, Vekirina Balalfirgehan, Têkiliyên Bexda û Hewlêrê, Heyder Ebadî, Aso Kerîm, hewlêr, Hewlêr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de