05:52 22 Nîsan 2018
    Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm

    Serokkomarê Iraqê projeya budçeya Iraqê red kir

    © AP Photo / Richard Drew
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Medyaya Iraqê li ser zarê çavkaniyên agahdar ragihand ku Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm pesendkirina projeya budçeya Iraqê red kiriye.

    Birêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê, Emîr Hemûdî got ku "Serokkomar Fûad Masûm pesenkirina budçeya 2018an red kir ku parlamentoya Iraqê ji bo wê deng dabû" û diyar kir ku Masûmî ferman daye ku "li parlamentoya Iraqê bê vegerandin."

    Di berdewamiyê de Hemûdî wiha got: "Sedema ku budçe nehatiye pesendkirin ew e ku binpêkirinên qanûnî tê de hene lewra li paralamentoyê hatiye vegerandin."

    Parlamentoya Iraqê projeyasaya budçeya sala 2018 ya Iraqê bêyî beşdarbûna Fraksyonên kurdistanî qebûl kiribû û  para Herêma Kurdistanê ji sedî 17an hatibû daxisti  û li gorî budçeya nû bûbû 12,63% ku fraksiyonên Kurdistanî li dijî vê yekê derketibûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ji bo DAIŞiyên tirk ku li Iraqê mehkûmî îdamê bûne kete dewrê
    'Amerîka bi awayekî cidî plan dike ku Incirlikê bibe Kurdistana Iraqê yan jî Rojava'
    YNK: Serokwezîrê Iraqê ji sozên ku dabû kurdan poşman bûye'
    Barzanî: Iraqê sozên xwe yên ji bo Kurdistanê bi cih neanîne
    Fraksiyonên Kurdistanê: Em projeya Iraqê red dikin
    Sererkanê Tirkiyeyê Akar serdana Iraqê kir
    Etîketan:
    budçe, Fûad Masûm, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de