01:04 22 Hezîran 2018
Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê

Ebadî: Balafirgehên Kurdistanê vedibin

© REUTERS / Azad Lashkari
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku "piştî birêveberiya herêmî ya Herêma Kurdistanê qebûl kir ku birêveberiya federal vegere herdu balafirên Silêmaniyê û Hewlêrê, dê herdu balafirgeh vebin".

Ebadî ragihand ku balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê ji bo firînên navdewletî tê vekirin.

"KONTROLA BALAFIRAN DÊ DESTÊ HIKÛMETA FEDERAL DE BE"

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyekê ragihand ku wî ferman daye ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo firînên navdewletî bên vekirin û diyar kir ku piştî ku birêveberiya herêmî ya Herêma Kurdistanê qebûl kir ku desthilata federal vegere herdu balafirgehên navborî, wî ev biryar daye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr (yê Iraqê) Dr. Heyder Ebadî li gel serpelên Wezareta Hundir ên ku li balafirgehên herêma Kurdistana Iraqê dixebitin re civiyaye û piştî wê biryar daye.

Li gorî daxuyaniyê, Birêveberiyeke nû ji bo parastina taybet li ser balafirgehên Herêma Kurdistanê tê damezirandin ku fermandarî û kontrola wê di destê Wezareta Hundir a Federal de be.

Ji aliyê din ve, medyaya nêzîkî YNKê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dema civîna xwe li gel şandeyeke Wezareta Hundir a Hikûmeta Kurdistanê de teqez kiriye ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê dê roja pêncşema bê werin vekirin.

Bi heman mijarî:

Amerîka li Rojava balafirgehên leşkerî ava dike
Valahiya tedbîrên ewlehiya li balafirgehên Fransayê ketin ber qamerayê
Lavrov: Fikirên êrîşkirina ser balafirgehên Sûriyeyê metirsdar in
Hollanda: Em hewil didin balafirgehên Kurdistanê werin vekirin
Etîketan:
YNK, Heyder Ebadî, Iraq, Hewlêr, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de