10:02 20 Nîsan 2018
    DAIŞ

    'Bi hezaran zarokên ji ber tecawiza DAIŞê ji dayik bûne, bêxwedî mane'

    © AFP 2018 / Maria ANTONOVA
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) ji bo tûndûtûjiya Cinsî li Herêmên Pevçûnan Pramila Patten got ku gelek zarokên ji ber tecawizkirinê milîtanên DAIŞê li Iraqê nayên qebûlkirin û bêxwedî mane.

    Pattenê piştî serdana xwe ya 8 rojan bi Iraqê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û bal kişand ser bûyerên tundûtûjiya cinsî ya ji aliyê DAIŞê ve li ser jin û zarokên keç hatiye sepandin.

    Rayedara NYyê diyar kir ku bi rayedarên Bexda, Hewlêr, yên li Mûsilê, nûnerên rêxistina civaka sivîl û serokên dînî û herwiha jin û zarokên keç ên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin re axiftiye û got: "Min li çîrokên yên dilsoj ên (jin) sax mane ji wan bixwe guhdarî kir."

    Pattenê destnîşan kir ku 3 hezar û 154 êzîdî  ku hezar û 500 ji wan jin û zarokên keç in û hezar û 200 şîî û turkmen ku 600 ji wan jin in û 250 jî zarok in hîn wenda ne û teqez kir ku zarokên ku ji ber tecawizên DAIŞê çêdibin di civakê de nayên qebûlkirin.

    'SÊWÎXANE JI BO WAN HATIYE ÇÊKIRIN"
    Herwiha Pattenê got ku zarokên piştî tecawizê çêdibin, bêxwedî dimînin. Li gel ku hinek serokên olî empatiyê nîşan didin jî serokên êlan qet naxwwazin wan zarokên ku ji tecawizê çêbûne qebûl bikin. Rayedaran diyar kiriye ku neçar mane ku sêwîxaneyekê ji bo wan zarokan çêkin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Fransayê bo operasyona Efrînê: Divê yên ji şerê DAIŞê re dibin asteng bên qewirandin
    YPG: Hevkariya me ya bi Amerîkayê tenê têkoşîna li dijî DAIŞê ye
    Li Tirkiyeyê 48 endamên DAIŞê hatin desteserkirin
    Leyen bo Pêşmerge: We li dijî DAIŞê nûnertiya hemû cîhanê kir
    Mattis, ji Canikli xwest ku bêtir li ser mijara DAIŞê bisekinin
    Bexdayê bîlançoya şerê DAIŞê eşkere kir: Bi 10 hezaran kuştî
    MÎTê jina ‘emîrê DAIŞê yê Tirkiyeyê' bi operasyonê desteser kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Pramila Patten, Hewlêr, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de