07:40 20 Nîsan 2018
    Hêzên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê

    Operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li Herêma Kurdistanê û rola dewletên din

    © AFP 2018 / Bulent Kilic
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 11

    Malpera EL Erebê ya Londonê derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li dijî PKKê li herêma Kurdistanê û îdîa kir ku "ev operasyon dê bi alîkariya Îranê pêk were" û dibêje ku "hikûmeta Iraqê jî wiha difikire ku ev operasyon dê kurdan li Herêma Kurdistanê qels bike ku vê jî di berjewendiya xwe de dibîne."

    Malpera EL Erebê ya Londonê îro îniyê ragihand ku Tirkiye amadekariyan dike ku operasyonekê li Iraqê bide destpêkirin û wiha dibêje: "Tirkiye mijûlbûna Bexdayê bi dosyaya hilbijartinan û pêwîstiya wê bi aramkirina (têkiliyan) li gel cîranan ji xwe re bi kar tîne da ku operasyonan li dijî hebûna kurdan a çekdar li bakurê Iraqê pêk bîne ku PKK li wê derê temsîl dike."

    "OPERASYON DÊ BI ALÎKARIYA ÎRANÊ PÊK WERE"

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu duh di dema serdana xwe ya li Nemsayê de axivîbû û gotibû, "Operasyona Efrînê dê heta meha Gulanê biqede. Li Iraqê jî dê li dijî PKKê operasyona dersînorî were lidarxistin û ev operasyon dê bi hevkariya Iraqê were lidarxistin. Ger operasyona Efrînê neqede jî, em dikarin herdu operasyonan bi hev re bimeşînin.

    Malperê ev gotinên Çavuşogluyî bi bîr anîn û û dibêje: "Lê tiştê nû vê carê ew e ku ev operasyon dê bi alîkariya Îranê pêk were. Ev jî destnîşan dike ku qulipandineke di têkiliyên PKK û Tehranê de çêbûye, ji ber aloziyên li ser qada Sûriyeyê."

    Herwiha malper balê dikişîne ser hevkariya Tirkiye, Iraq û Îranê li dijî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û gotinên û gotinên Serokê Lijneya Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Parlamanetoya Îranê Elaedîn Berocirdî bi bîr tîne ku li ser wê pêvajoyê wiha axiftibû: "Hevkariyeke cidî di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de hebû ji bo ku komploya amerîkî ya perçekirina Iraqê û cudakirina herêma Kurdistanê têk bibin".

    "ÇAVKANIYÊN IRAQÎ EV RÊKEFTIN RED KIRINE"

    Li gorî malperê, ev gotin wiha tên şirovekirin ku Îran eşkere hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê qebûl dike.

    Çavkaniyên Hikûmeta Iraqê li Bexdayê zêde giringî nedaye van daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê, hebûna rêkeftineke wiha di navbera Bexda û Enqereyê de red kirine û wan wiha gotiye: "Niha ev dosya ne di nav mijarên sereke yên hikûmeta Iraqê  de ye."

    "HIKÛMETA FEDERAL BERJEWNEDIYA XWE DI QELSKIRINA KURDAN DE DIBÎNE"

    Lê malper dibêje ku dibe Enqere mijûlbûna Bexdayê bi dosyaya hilbijartinan bi kar bîne da ku hebûna xwe ya leşkerî di nava Iraqê de xurt bike û wiha dewam dike: "Çavdêrekî iraqî teqez dike ku Hikûmeta Federal a li Bexdayê qelskirina kurdan û hejandina şiyana wan a daxwazkirinê tiştê ku ji xwe re maf dibînin berjewendiyeke xwe ya misoger dibîne, nexasim li ser asta budçeya herêma kurdî".

    Ew çavdêr dibêje ku "kurdên Iraqê îro di qonaxa xwe ya herî qels de ne û destwerdana Tirkiyeyê dê wan qelstir bike" û desntîşan dike ku "aliyên iraqî û tirkî dê hewl bidin ku sûdê ji vê demê bigirin da ku her yek ji wan li ser hesabê kurdan armancên xwe pêk bînin.

    Di dawiyê de îdîa dike ku haya Bexdayê ji meseleyê heye lê nîşan nade û dixwaze "kurdan wek suniyên Iraqê qels bike da ku paşê hevparên xwe yên kurd jî bi hişmendiyeke şîî bibijêre".

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Iraqê sozên xwe yên ji bo Kurdistanê bi cih neanîne
    Rayedarê Iraqî: Qedexeya balafirgehan li dijî destûrê ye, gelê Kurdistanê tê cezakirin
    Ehmed Hacî Reşîd: Sibe wê biryara dawî li ser pişka Herêma Kurdistanê ya budceyê bê dayîn
    Etîketan:
    PKK, Mevlut Çavuşoglu, Kurdistan, Îran, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de