18:24 20 Gulan 2018
    Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûkê

    Heşda Şeibî êdî hêzek fermî ya Iraqê ye û wek artêşa Iraqê wê bê nişandan

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryarnameya ku Heşda Şeibî wek hêzek ji artêşa Iraqê dide nişandan pejirand û Heşda Şeibî bû hêzek fermî ya Iraqê. Fermandarê Heşda Şeibî yê tirkmen Kenan Tuzlu, "Biryara Iraqê di cih de ye û girîng e, bi vê biryarê em gellekî kêfxweş bûn."

    Hikmet Durgun

    Heşda Şeibî êdî hêzek fermî ya artêşa Iraqê ye. Heşda Şeibî ya ku xwedî 120 hezar şervane, ji biryara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gelekî kêfxweş bû. Fermandarê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu ji Sputnikê re axivî û daxuyand ku pejirandina Heşda Şeibî wek hêzek ji artêşa Iraqê ji bo me pir girîng e, êdî şervanên me wek artêşa Iraqê wê çekan û mehaniyê bistînin. Hat hînbûn ku Parlamentoya Iraqê ev saleke Heşda Şeibî wek hêzek ji artêşa Iraqê pejirandiye lê qanûn neketibû meriyetê. Lê duh serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi biryarnameyekê tevlîbûna Heşda Şeibî ya artêşa Iraqê pejirand. Li gor biryarnameyê şervanên Heşda Şeibî wek endamên artêşê wê bibin xwediyê mehanî û çekan.

    Fermandarê Heşda Şeibî yê tirkmen Kenan Tuzlu ji Sputnikê re da zanîn ku ji vê biryarê gellekî kêfxweş in û destnîşan kir ku şervanên Heşda Şeibî hemwelatiyên Iraqê ne. Tuzlu wiha axivî: "Biryara Iraqê di cih de ye û girîng e, bi vê biryarê em gellekî kêfxweş bûn. Ji bo em bibin hêzêk ji artêşa Iraqê me li Kerkuk û Baxdayê mîtîng li darxistin. Di dema ku mitîngên me berdewam dikirin ji aliyê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve biryar hat pejirandin. Êdî bi vê biryarê şervanên Heşda Şeibî wê bibin endamekî ji artêşa Iraqê û mehaniyê bistînin û budçeyek me wê hebe."

    Her wiha Tuzlu bibîrxist ku bi vê biryarê em ê hêztir bibin, niha 120 hezar şervanên Heşda Şeibî hene û li cihên taybet û xeternak wezîfeyên me wê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî gefa ala Kurdistanê li YNKê xwar
    Milîsên Heşda Şeibî li Kerkûkê rastî êrişê hatin: Kuştî û birîndar hene
    Heşda Şeibî hewla guherîna demografiya xrîstiyanan dike
    Piştî êrişên DAIŞê yên Kerkûkê Heşda Şeibî û hêzên iraqî vedikişin
    Li dijî baregeha Heşda Şeibî êrîşa xwekujiyê pêk hat
    Etîketan:
    rêxistin, parlamento, şervan, Heşda Şebî, Fermandar, Fermandarê Heşda Şeibî yê tirkmen Kenan Tuzlu, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de