03:12 23 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê - Telafer

    Iraq: Bêguman di warê têkbirina DAIŞê de me mifa ji çekên rûsî wergirt

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Heyder Mensûr Hadî got Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir ku rêveberiya Iraqê dixwaze pergalên parastina hewayî S-400î bistîne û dema ku Konseya Ewlekariya Netewî biryara dawî da ev yek dê were ragihandin û dê bi Rûsyayê re hevdîtin bêne kirin.

    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Heyder Mensûr Hadî ji Spûtnîkê re axivî got di çarçoceya rêkeftinên stratejîk têkiliyên wan bi Amerîkayê re xurt in.

    Dîplomatê iraqî, "Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re pir baş in. Lê vê biryarê de rêveberiya iraqê bi xwe bistîne. Divê rêveberiya Iraqê ji bo parastina talûkeyên navxweyî û derveyî bigire ber çavan. Eger Iraq biryar bide ku van pergalên parastinê bistîne divê rayagiştî ya navdewletî rêzê ji vê biryara Bexdayê re bigire. Eger ji Amerîkayê îtîraz bên em dê hewil bidin van nokokiyan bi rêyên dîplomatîk çareser bikin. Niha di vê babetê de me tu biryareke teqez nestendiye."

    ‘HINDEK FERMANDARÊN IRAQÎ LI RÛSYAYÊ PERWERDEHÎ DÎTIN'

    Hadî li ser pirsa guherandina çekên amerîkî bi yên rûsî got, "niha guherandina çekan ne mewzûbehs e. Têkiliyên me bi amerîkiyan re baş in lê beşeke mezin ji cebilxaneya leşkerên îraqî ji çekên rûsî pêk tên. Di navbera Iraqê û Rûsyayê de rêkeftineke çekan a 4 milyon dolarî heye û rêkeftin hîn jî derbasdar e. Cihê şik û gumanê nîn en ku di warê têkbirina DAIŞê de me mifa ji çekên rûsî wergirtiye. Hindek fermandarên me li Rûsyayê perwerde bûn. Di navbera me û Rûsyayê ji mêj ve de peywendiyê leşkerî hene.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Amerîka be na jî em bi biryar in sîstema parastina hewayî ji Rûsyayê bistînin
    Iraq difikire ku sîstema parastina hewayî ya rûsî bistîne
    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
    'Li Sûriyeyê rêxistina sîwan a cîhadiyan ‘Hurras el Dîn’ hat avakirin'
    ‘Artêşa Sûriyeyê bi pêşdeçûna xwe ya li Xûtaya Rojhilat berdewam kir'
    Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê: Jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ji zilaman bi avantajtir in
    ‘Tirkiye li rojhilata navîn lê dixebite ku daxwaziyên kurdan asteng bike’
    Etîketan:
    Têkbirina DAIŞê, perwerdehî leşkerî li Rûsyayê, Pergalên Parastinê yên S-400î, Têkiliyên Rûsya û Iraqê, kirîna çekan, çekên rûsî, perwerdehiya leşkerî, Heyder Mensûr Hadî, Moskowa, Bexda, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de