02:39 28 Gulan 2018
Hadî Amirî

‘Hadî Amirî amadehiya serokwezîrtiyê dike'

© AP Photo/ Khalid Mohammed
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Fermandarê Heşda Şeibî û Serokê Grûba Bedrê Hadî Amirî dixwaze bibe Serokwezîrê Iraqê û niha di hewla qanihkirina milîsên şîî de ye.

Li gor nûçeya rojnameya El Arab ku navenda wê li Londona Îngîltereyê ye ragihand ku Fermandarê Heşda Şeibî û Serokê Grûba Bedrê Hadî Amirî amadehiya serokwezîrtiyê dike, lê hinek rêvebir û fermandarên Heşda Şeibî ki dijî vê derdikevin.

Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe ku dispêre çavkaniyên bi ewle de dibêje Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî Mehdî Muhendîs li dijî namzediya Hadî Amirî ya serokwezîrtiyê derketiye û gotiye bila yekî din bibe namzed.

Li gor nûçeyê, erebên sunî û kurd wê piştgiriya serokwezîrtiya Hadî Amirî nekin, partiyên şîe yên wek Lîsteya Fethê, Dewleta Qanûn (partiya Nurî Malikî) û Hereketa Îradeyê jî li dijî serokwezîrtiya Heyder Ebadî ji bo cara duyem derdikevin.

Bi heman mijarî:

Amirî: Ne mimkun e Heşda Şebî bê hilweşandin
Hadî Amirî leborîn ji Pêşmerge xwest
Serokê Heşdî Şebî Hadî Amirî gef li sunişyan xwar in
Malikî û Hadî Amirî dest bi danûstandinan kirin
Etîketan:
Heşda Şeibî, Hadî El-Amirî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de