02:34 28 Gulan 2018
Bexda

Hikûmetê wezîr û rêvebirên berê jî di nav de dest datîne ser mal milkan

© AFP 2018 / HAIDAR MOHAMMED ALI
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Daîreya Lêpirsîn û Edalet a Iraqê ji Wezareta Dadê daxwaz kir ku bila mal û milkên rêvebir û malbatên beasiyan werin desteserkirin.

Sekreteriya hikûmet a Iraqê nav û lîsteya rêvebir, malbat û zarokên beasî ku Daîreya Lêpirsîn û Edalet a Iraqê ji Wezareta Dadê ji bo desteserkirinê şandibû eşkere kir.

Di nava lîsteya sekreteriya hikûmetê de hinek navê ku derbas dibin wiha ne; Pismamê Seddam Huseyn ku ji aliyê kurdan ve wek ‘kîmyasal Elî' dihat naskirin Elî Hesen el Mecîd, birayê Seddam Berzan Îbrahîm Hasan el Tikritî, Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Teha Yasîn Remezan, Abid Mahit Mehmûd û Tariq Ezîz.

Piştî biryarê kurê Tariq Ezîz Ziyad Tariq di axaftina xwe ya çapemeniyê de bertek nîşan da û got: "Em ji bo cezakirina kesên ku li hemberî Iraqê sûc dikin tiştekî nabêjin, lê çima malbatên wan hedef têne girtin. Tenê maleke bavê min hebû li Bexdayê û ew jî Ammar el Hekim dest danî ser. Ji xeyrî wî xanî ti mal û milkê wî tinebû."

Bi heman mijarî:

Barzanî: Em hê ji Iraqê bêhêvî nebûne, hêvî nemîne em ê şêwra gel bistînin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo biryara Iraqê kom dibe
Serokê Parlamentoya Iraqê: Daxwazên Kurdistanê hatin bicihanîn
Li Iraqê projeyasaya budceyê bêyî aliyên kurdistanî hat qebûlkirin
DAIŞê êrîşê artêşa Iraqê kir
Partiyên kurdan budçeya Iraqê red kirin û bang li civaka navdewletî kirin
Etîketan:
Hikûmeta Iraqê dest dantîne ser malê beasiyan, Ziyad Tariq, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de