21:48 25 Gulan 2018
Parlamentoya Iraqê

Li Iraqê projeyasaya budceyê bêyî aliyên kurdistanî hat qebûlkirin

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya Iraqê îro civîna xwe ya li ser projeyasaya budceyê li dar xist û di wê civînê de projeyasaya budçeya sala 2018 ya Iraqê bêyî beşdarbûna Fraksyonên Kurdistanî hat qebûlkirin.

Parlamentoya Iraqê îro civîna xwe ya li ser projeyasaya budceyê li dar xist û di wê civînê de projeyasaya budçeya sala 2018 ya Iraqê, ku ji 58 madeyan pêk tê, bêyî beşdarbûna Fraksyonên Kurdistanî hat qebûlkirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê danişîna îro ya ji bo projeyasaya budceyê boykot kir û beşdarî civînê nebûn. Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqî Mesûd Heyder diyar kir ku ti daxwazeke kurdan nehatiye bicihanîn.

Li gorî ajansa Reutersê jî parlamenterê kurd Aşvak Caf bertek nîşan da qebûlkirina projeyasayê û got, "Me dengdayîna ji bo projeyasayê boykot kir û ji ber vê miameleya bêedalet ya li hemberî me, tê pêşniyarkirin ku Kurdistan bila ji hemû pêvajoya siyasî ya li Iraqê şûnde vekişe."

Tê zanîn ku li gorî vê projeyasaya budceyê ya sala 2018an ya Iraqê para Herêma Kurdistanê ji sedî 17an tê daxistin ji bo ji sedî 12,63yan û fraksiyonên Kurdistanî li dijî vê yekê derdikevin.

Bi heman mijarî:

Birêvberiya Rojava bangî aware û koçberên li Herêma Kurdistanê û welatên din dike
'Deriyên sînorî hîn di kontrola Kurdistanê de ne û dahat jî diçin Hewlêrê'
'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'
Ehmed Hacî Reşîd: Sibe wê biryara dawî li ser pişka Herêma Kurdistanê ya budceyê bê dayîn
Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya Hewlêr û Kerkûkê vekir
Etîketan:
projeyasaya budceyê, Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Mesûd Heyder, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de